TR KU SO
FB X
Cîhan

Daily Express: Brîtanya plana kustina Kasikçi dizanibû

Admin M
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2018 21:21

PeyamaKurd- Edîtorê dîplomasiyê yê rojnama Brîtanî Daily Expressê Marco Giannageli di rojnama xwe de gotarekî nivîsand û ragihand ku Brîtanya planê revandina Cemal Kaşıkçı ji aliyê Erebistana Si’ûdî de dizanibû û berya 2 yê cotmehê bi 3 hefteyan hîn bûye û hişyarî daye Erebistanê.

Li gor gotara di Daily Expressê de hat ragihandin ku Daîra Îstîxbarata Ewlekariyê (GCHQ) ya Brîntanyayê, di derbarê fermanên rêvebiriya Erebistanê de agahî bidest xistiye an guhdariya wan kiriye û fermanek ji wan ew e ku Erebistan, Kaşıkçı birevîne û bibe Erebistanê.

Di nûçeyê de rêvebirekî ji îstîxbarata Brîtanî weha ragihandiye: “Em dizanin ferman ji dora qraliyetê ji yekî hatiye lê em nizanin bê tiliya welîahd prens Muhammed bîn Selma tê de heye an na, agahiya me tine ye. Lê ev nayê wateya ku ew fermanê nedaye.”

Di rojnamê de behsa plana yekem dike ku revandina Cemal Kaşıkçı ye da wî bibin Erebistanê û lêpirsîna wî bikin. Lê di plana revandinê de rêyên alternatîv yên dinê jî vekirî dihêlin. Heman çavkanî dibêje ku MI6 ya Brîtanyayê ji Erebistanê re gotiye da plana xwe betal bike lê Erebistan guh nedaye wan.

Hevalekî Kaşıkçı yê nêz ji heman rojnameyê re agahî daye ku hindik wext mabû Kaşıkçı delîlên ku Erebistan li Yemenê sîlihên kîmyewî bikartîne bidest bixe. Lewra Erebistan wî xiste hedefa xwe.

Parve bike: