TR KU SO
FB X
Cîhan

DAISê 48 leskerên Sûrî kustin

Admin H
Nivîskar
📅 07 îlon 2020 01:15

PeyamaKurd - Di demekê de ku hêzên rejîma Sûriyê bi hevkariya balafirên şer ên Rûsyayê operasyonên paqijkirinê li gundewarên Himisê û sêgoşeya Heleb-Hema û Reqayê berdewam dikin, 48 leşkerên Sûrî di êrîşên DAIŞê de hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku balafirên Rûsyayê bi armanca sînordarkirina êrîşên çekdarên DAIŞê li gundewarên çolistana Sûriyê digerin û rojane êrîşan pêk tînin.

Herwiha çekdarên DAIŞê jî ev demek e xalên hêzên Sûriyê yên li deverên cuda li çolistana Sûriyê  dikin armanc ku li gorî SOHRê di wan êrîşan de 48 endamên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku çekdarên DAIŞê ji çolistana rojavayê Dêrazorê heta çolistana Bokemalê ya rojhilat, rêya Dêrazor-Meyadîn, rêya Himêmiyê ber bi bajarê Tetmurê yê li bejahiya rojhilatê Himusê ve, herêma Resafê ya li gundewarên Reqayê û herêma Eseriyê ya li bejahiya rojhilatê Hemayê û çolistana Siwêdayê, êrîşên xwe berdewam dikin.

Parve bike: