Cîhan
DAISê berpirsiya xistina herdu helîkopterên Fransayê li xwe girt
PeyamaKurd – Baskê rêxistina terorîst DAIŞê yê li Rojavayê Afrîkayê berpirsiyariya xwe bo xistina herdu helîkopterên Fransayê li Maliyê li xwe girt ku 13 leşkerên frensî tê de can dabûn.
Li gorî ragihandina jêderên Rojavayê Afrîkayê, DAIŞê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku herdu helîkopterên Fransayê ji aliyê wan ve hatine xistin.
Herwiha heman çavkanî dibêjin ku di encama êrîşa çekdarên DAIŞê de herdu helîkopter hatine têkşikandin ku rêveberiya Parîsê wekî qeza dabû xuyakirin.
Koşka Elyeese 25ê mehê ragihandibû ku li Maliyê 13 leşkerên wan di encama ketina herdu helîkopteran de can dane.
Li Afrîkayê bi qasî 4 hezar û 500 serbazên Fransî dimînin ku li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê têdikoşin.