Cîhan
DAISê êrîsî Hesda Seibî kir…
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li rojavayê bajarê Tikrît ê Iraqê êrîşî milîşeyên Heşda Şeibî kir û di encama êrîşê de hejmarek birîndarên Heşda Şeibî çêbûn û yek jî hat revandin.
Li gor nûçeyeke medya Heşda Şeibî bûyer şeva borî li nêzîkî zincîreyên çiyayên Mekhulê ku dikeve sînorê Tikrîta parêzgeha Selahadînê rû daye.
DAIŞê êrîşî tugaya 51an a Heşda Şeibî kiriye û ligel birîndarkirina 7 milîşeyan yek jî hatiye revandin û wesayîtek jî hatiye şewitandin.
Hêjayî gotinê ye, êrîşên DAIŞê yên şaneyên razayî li Iraqê hîn jî berdewam dikin.