Cîhan
DAISê li nêzîkî deriyekî Iraqê 3 kes revandin
PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê 3 hemwelatî nêzîk deriyekî sînorê Iraqê revandin.
Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku, duh êvarî 09.01.2020ê çekdarên DAIŞê êrîş birine ser gundê Sewsen Ebade yê li bakurê deriye sînor ê El Welîdê.
Li gor heman çavkaniyê ragihandiye, piştî revandina wan her sê kesan, çekdarên DAIŞê ber bi kûrayiya çolên Enbarê ve reviyane.
Hêjayî gotinê ye ku Deriyê El Welîd di navbera Iraq û Sûriyê de ye, dikeve sînorê bajarokê Qaîm a parêzgeha Enbarê.