TR KU SO
FB X
Cîhan

DAÎŞê li Xurmatûyê êrîşî Heşda Şeibî kir

Admin H
Nivîskar
📅 23 tebax 2026 10:10

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 23yê Tebaxê serê sibehê, çekdarên rêxistina terorîstî ya DAÎŞê li derdora Çiyayê Hencîreyê yê bajarokê Xurmatûyê êrîşî xaleke leşkerî ya Lîwaya 63ê ya Heşda Şeibî kirin.

Li gorî daxuyaniya Lîwaya 63ê, hêzên wan rasterast bersiva êrîşê dane û piştî pevçûneke dijwar re terorîst neçar man ku ji herêmê birevin.

Di heman demê de şêniyên herêmê dan zanîn ku destpêkê dengê teqîneke bihêz û piştre jî dengê gulereşandineke zêde hat bihîstin û vê yekê tirs li ser welatiyan çêkir.

Piştî êrîşê hêzên Heşda Şeibî li herêmê ketin amadebaşiyê û ji bo girtina paşmayên çekdarên reviyayî dest bi operasyona lêgerînê kirin.

Parve bike: