TR KU SO
FB X
Cîhan

Dalay Lama rakirin nexwesxaneyê

📅 10 nîsan 2019 12:45

PeyamaKurd - Serokê manewî yê Tîbetê, Dalay Lama ji ber enfeksiyona dil rakirin nexweşxaneyeke li paytexta Hindistanê Delhiya Nû.

Hat ragihandin ku rewş tenduristiyê ya keşîşê budîstan ê Dalay Lama yê 83 salî di bin kontrolê de ye stabîl e.

Dalay Lama di sala 1959an li hemberî rêveberiya Çînê serî hildabû û ev serhildan hatibû pêpeskirin û ji hingî ve li bajarê Hindistanê yê Dharamşalayê wekî mişextiyekî dijî.

Dalay Lama ji ber polîtîkayên xwe yên aştîxwaz û têkoşîna xwe ya sivîl û bêşîdet di sala 1989an Xelata Nobelê ya Aştiyê û di sala 1987an de jî Xelata Xêrxwaziyê ya Albert Schweitzer wergirtiye û çendîn pirtûk li ser Budizmê nivîsandine.

Parve bike: