TR KU SO
FB X
Cîhan

Daraza Îranê di 5 zîndanên cuda de 7 kesan îdam kir

Admin M
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2026 16:13

PeyamaKurd – Rayedarên Îranê di zîndanên Qazwîn, Semnan, Zencan, Kerec û Nişaburê de Kurdekî, Lorekî û 3 Tirk di nav de herî kêm 7 kesan di darde kir. Hat ragihandin ku dardekirin bi sedema kuştina mirovan an bi sedema sûcên maddên hişbir in.

Hengawê ragihand ku di 28ê Cotmeha 2026an de li zîndana Qazwînê, Îsmaîl Mûradwend (64)ê ku Kurdê Lore, ji Zencanê Feramezr Sayfurî (38) yê Tirk îdam kirine. Mûradwend xwediyê 4 zarokan bû. Seyfuri jî xwediyê zarokekî bû.

Di 28ê mehê de li zîndana Senmanê, Behnam Molani (34) yê ajotvane teksiyê, îdam kirin. Molani bi sedema kuştina mirovekî hatiye îdamkirin.

Li zindana Zencanê Xelîl Golizade (40) yê Tirk, Erdeşir Kerîmî (52) di 27ê Cotmehê de hatin îdam kirin. Her 2 kes jî ji ber madde yên hişbir hatine îdamkirin.

Ferşad Qadirî (28) yê Kurd ku ji Delfanê ji gundê Kelatê ye di 27ê Cotmehê de di zindana Kerec de hat îdamkirin. Kadirî ji mêrkuştinê hatibû mehkûmkirin.

Emirali Einabadi (35) di 25ê Cotmehê de di zindana Nişaburê de hat îdamkirin. Sedema îdamê ji ber kuştina jinekî hat ragihandin.

Dema Hengawê vê raporê amade kiriye, îdamên navborî di medya Îranê de nehatine ragihandin.

Parve bike: