Cîhan
Daxuyaniya Amerîkayê li ser Tirkiyê
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ew dikarin bi Tirkiyê re bikevin nav muzakereyekê.
Pompeo bo endamên senatoyê xeber da û diyar kir ku li Tirkiyeyê hilbijartin xilas bû û loma ew dikarin bikevin nav pêvajoyeke mizakereyê ya berhemdartir.
Pompeo got ew li Minbicê bi Tirkiyê re gihîştineke rêkeftinekê û destnîşan kir ku Tirkiye ji hebûna HSDê nerazî bû lê gihîştin mutabeqetekê lewra ew jî parçeyekî çareseriyê ye.