Daxuyaniya 'Rojava' ji Koska Spî!
PeyamaKurd – Koşka Spî cara yekem gotina "Hikûmeta Tirkiyê" bi kar anî û diyar kir, êrîşên li dijî Rojava jiyana sivîlan û têkoşîna li dijî DAIŞê dixe metirsiyê.
Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Rojava da.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Serokê Amerîkayê Joe Biden hat dayîn de hat destnîşankirin, biryar hat dayîn ku sepana "Awarte" ya ku li Sûriyeyê ji aliyê Amerîkayê ve li gorî berjewendiyên xwe yên ewlekariya neteweyî saleke din hat dirêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin:
“Roja 14ê Cotmeha 2019an, bi fermana cîbicîkar a 13894an, Serokomar li gorî yasaya Hêzên Aborî yên Awarte ya Navdewletî ji bo rûbirûbûna gefên ne asayî û awarte yên li ser ewlehiya netewî û siyaseta derve ya welat, rewşa awarte ya niştimanî ragihand.
Rewşa Sûriyê û bi taybetî êrîşa leşkerî ya hikûmeta Tirkiyê li ser bakurê rojhilatê Sûriyê, şerê têkbirina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) têk dibe, sivîlan dixe metirsiyê û metirsiyên zêdetir çêdike. (Ev rewş) berdewam e li ser têkdana aramî, ewlehî û aramiya navçê û metirsiyek ne asayî û awarte li ser ewlehiya netewî û siyaseta derve ya Amerîkayê. Ji ber vê yekê rewşa awarte ya neteweyî ya ku di biryarnameya jimare 13894 a roja 14ê Cotmeha 2019an de hatiye ragihandin, divê piştî 14ê Cotmeha 2023an jî di meriyetê de bimîne. Ji ber vê yekê li gorî yasaya rewşa awarte ya niştimanî, ez rewşa awarte ya niştimanî ya ku bi biryarnameya jimare 13894 derbarê rewşa Sûriyê de hatiye ragihandin, bo 1 sal dirêj dikim.”