Daxuyaniya Sûdanî li ser Tirkiyê: Di mijara birêkûpêkkirina pêwendiyan de diyaloga me berdewam e
PeyamaKurd – Rojnameya fermî ya Iraqê Es-Sabah hevpeyvîna ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî beriya serdana xwe ya Rûsyayê ji Sputnikê re kiribû, weşand. Sûdanî diyar kir, ew ê di serdana xwe ya du rojî ya Rûsyayê de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re têkiliyên dualî gotûbêj bikin û di çarçoveya Hefteya Enerjiyê ya li Moskowayê de beşdarî çalakiyan bibin.
Sûdanî li ser pirsa têkiliyên bi Tirkiyeyê re û îmzakirina peymana ewlehiyê ya bi Tirkiyeyê re, wek bi Îranê re, wiha got: “Pêwendiyên me yên dîrokî bi cîrana me Tirkiyeyê re hene. Di heman demê de qebareyek bazirganiya hevpar a me ya mezin jî heye. Diyaloga me li ser hemû mijar û pêwendiyên hevbeş di navbera her du welatan de berdewam e, di nav de mijarên ewlehiyê. Em di pêwendiyê de ne ji bo dîtina mekanîzmayên berbiçav ji bo şerkirina pirsgirêkên ewlehiyê."
Rêveberiya Iraqê ragihand, li gorî peymana ewlehiyê ya ku di meha Adarê de bi Tehranê re hatiye îmzekirin, komên li dijî rejîma Îranê ji 19ê Îlonê ve li herêma dûrî sînor hatine bêçekkirin û bi cih bûne. Li aliyê din Îranê ragihand, hikûmeta Bexdayê hin xalên rêkeftinê bi cih anîne. Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan di hevdîtina xwe ya 1ê Cotmehê ya li Tehranê ya bi Qasim Eracî Misteşarê Sekreterê Giştî yê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ra xwest ku "lihevkirina ji bo bêçekkirina muxalifên Îranî yên li Iraqê bi temamî" were cîbicîkirin. Tehranê hişyarî dabû ku ger peymana navborî neyê cîbicîkirin, ew ê êrîşên ku berê li bakurê Iraqê kiribûn ji nû ve bidin destpêkirin.