Cîhan
De Mistura wê bi nûnerên Rûsya, Tirkiyê û Îranê re bicive!
PeyamaKurd- Nûnerê Taybet yê Netewên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Staffan de Mistura got ku em ê bi nûnerên Tirkiyê, Rûsya û Îranê re di 11-12ê Êlûnê de li Cenêwê civînekê pêk bînin.
Staffan de Mistura got ew ê li ser pêşeroja Sûriyê û avakirina makezagona nû biaxivin.
Civîna berî niha ya bi nûnerên her sê dewletan re, di meha Hezîranê de li bajarê Cenêwê hatibû lidarxistin.