TR KU SO
FB X
Cîhan

Dê Rûm, bo xebatkarên kestiya Tirkiyê biryara girtinê bidin

Admin M
Nivîskar
📅 10 gulan 2019 04:17

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûman Nikos Hristodulidis ragihand ku di derbarê girtina xebatkarên keştiya Tirkiyê de, xebatên wan ber bi dawiyê hatine. Keştiya Tirkiyê ya bi navê Fatih ê li rojhilatê Behra Sipî xebata petrolê ya lêgerînê dikin.

Wezîrê Rûma weha got:

“Bo biryara girtina wan em di pêvajoya dawiyê de ne. Piştî wê mjar dibe ya darizandinê.            Me temamê belgeyan daye dadgehê û li bende ne ku biryara ewilî ya girtinê derê.”

Rêvebiriya Rûman dibêje wê di dadgeha Lefkoşe ya Dadgeha Qezayê de biryar derê û di peyde bo biryar bibe ya navdewletî, dê xebata xwe bikin.

Hristodulidis ragihand ku serokê rêvebiriya Rûmê Nikos Anastasiadis jî dê li Yekîtiya Awrûpayê Tirkiyê şîkayet bike.

Parve bike: