TR KU SO
FB X
Cîhan

DEAS: “Êrîsa Palma ya Mozambîkê, me kiriye û Palma di destê me de ye”

Admin M
Nivîskar
📅 30 adar 2021 01:04

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Mozambîkê li navçeya Palmayê DEAŞ ê êrîşê biribûn ser bajêr û di encamê de bi dehan kesan kuştibûn. Îro bûyera Palmayê DEAŞ ê girt ser xwe û ragihand ku Palma piştî ew çend roj şer lê hatiye kirin, ketiye destê DEAŞ ê. DEAŞ ê her weha got ku di êrîşê de 55 kes hatine kuştin, gelek fabrîkeyan û bankayan hilweşandine û dest danîne ser alavan.

Duhî hukumeta Mozambîkê ragihandibû ku Palma di destê hêzên hukumetê de ye, neketiye destê terorîstan û bo asayîşa herêmê operasyon dewam dikin. Lê hukumet qebûl kiribû ku kesên ji deverê direvin, bo konwoyên wan, DEAŞ ê kemînan daniye û gelek kesan kuştiye.

Parve bike: