Delhiya Nû bû bajarê herî qirêj ê cîhanê
PeyamaKurd - Bajarê Delhiya Nû ku paytexta Hindistanê ye, beriya festîvala ronahiyê ya Dîwalî, bi Indeksa Kalîteya Hewayê (AQI) ya ku gihîşt 483yan, di rêza yekem a bajarên herî hewaya wan qirêj ên cîhanê de cih girt.
Ji ber daketina kalîteya hewayê a mij û dumana giran ku bi ser bajêr de girtiye, rayedaran biryar dan ku li Delhiya Nû û derdorên wê perwerdehiya dibistanan serhêl dewam bike.
Serma û hewaya giran duman û gaza wesayîtan, toza avahiyan û şewitandina bermahiyên çandiniyê li herêmê dibe sedema van mercên dijwar.
Tevî ku qedexeyên qanûnî û cezayên girtîgehê hene jî, her sal di dema festîvala Dîwalî de bikaranîna fîşekên hewayî ji aliyê gelek welatiyan ve ast û giraniya qirêjiya hewayê dikişîne asteke xeter ku tenduristiya giştî dixe bin metirsiyê.