TR KU SO
FB X
Cîhan

DEM Partî: Divê yasa zemîna çareseriya pirsa Kurd amade bike

Admin H
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2026 17:33

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo xebatên destûra nû û amadekirina yasaya çarçoveyê ya bo endamên PKKê serdana Koma DEM Partiyê kir û li gel Hevserokên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan civiya.

Di vê hevdîtinê de ku Wekîlên Serokê Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî amade bûn, li ser mijarên hiqûqî û demokratîk gotubêj hate kirin.

DEM Partiyê piştî civîne bi daxuyaniyekê ragihand ku divê ev yasaya nû bibe xwedî karakterekî bingehîn û berjewendiyên hemû civakê biparêze û çareseriya Pirsgirêka Kurd ji zemîna tundiyê derxe ser platforma siyasî û hiqûqî.

DEM Partiyê tekez kir ku di vê yasaya çarçoveyê de statuya Abdullah Ocalan û dabînkirina şert û mercên xebat û pêwendiyê yên azad xwedî rolekî pir krîtîk in. Hate destnîşan kirin ku çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd mijareke ser partiyên siyasî re ye û ji bo serkeftina vê pêvajoyê û divê pêşniyarên hemû aliyan li ber çavan bên girtin.

Parve bike: