Cîhan
DEM Partî: Yasaya çarçoveyî tê amade kirin
PeyamaKurd - Di demekê de ku nîqaşên li ser "yasaya çarçove" ya ji bo pêvajoya aştiyê tê kirin, rayedarekî DEM Partiyê ragihand ku Şanda Îmraliyê ya partiyê dê di nava hefteyê de hevdîtinên xwe yên ligel desthilat, mixalefet û şanda dewletê berdewam bike.
Hate diyarkirin ku wê rojeva sereke ya hevdîtinan yasaya çarçove be.
Rayedarê DEM Partiyê eşkere kiriye ku hiqûqnasên desthilatê yên di bin banê Wezareta Dadê de li ser çarçoveyeke yasayî dixebitin û amadekariyan dikin.
Herwiha hate tekezkirin ku piştî temamkirina hevdîtinên ku dê hefteya bê li Enqereyê bi rê ve biçin, Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê dê careke din biçe Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re rûne û geşedanên dawî binirxînin.