TR KU SO
FB X
Cîhan

DEM Partiyê li Erziromê bi Sirûd û Alên Tirk civîna gel li dar xist

Admin H
Nivîskar
📅 23 mijdar 2025 11:32

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Partiya Wekhevî û Aştîyê ya Gelan (DEM Partî) bi beşdariya Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û parlamenteran li bajarê Erziromê civîna gel a derbarê pêvajoya çareserî û aştiyê de li dar xist.

Li gorî dîmenên li ser medya civakî jî belav bûne, civînê bi sirûda netewî ya Tirk dest pê kir û salona civînê bi tevahî bi alên Tirk hate xemilandin.

Di civînê hemû beşdar beriya destpêkê ji bo rêzgirtina Sirûda Netewî ya Tirkiyê rabûn ser piyan.

Parve bike: