Cîhan
Dema xwendina Qûran û mewlûdê teqîn: 15 kustî, 20 birîndar…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajaroka Geylan a Xazne ya Afganistanê, piştî nimêja înê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
Berdevkê Wezîrareta Navxwe ya Afganistanê Tarik Aryen derbarê êrîşê de daxuyanî da û got, êrîş li eyaleta Xanze bajaroka Geylanê dema merasîma xwendina Qûranê û mewlûdê hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku otomobîleke bombebarkirî hatiye teqandin û di encamê de 15 sivîl hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Hîn ti aliyekî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.