TR KU SO
FB X
Cîhan

Denmark, ji bo Qurana Pîroz pêsnûmeqanûnek amade dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 25 tebax 2023 19:00

PeyamaKurd- Hikûmeta Denmarkê ragihand ku ew ê pêşnûmeqanûnek ku şewitandina Qurana Pîroz û pirtûkên din ên pîroz û êrîşa li ser van pirtûkan qedexe dike, pêşkêşî parlamentoyê bike.

Wezîrê Dadê yê Denmarkê Peter Hummelgaard di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ew ê di demeke nêz de pêşnûmeya qedexekirina êrîşên li ser pirtûkên pîroz pêşkêş bikin.

Hummelgaard da zanîn ku tenê armanca êrîşên li ser pirtûkên pîroz "afirandina kîn û buxdê" ye ku pêşnûme bi qanûnek ku niha şewitandina alayên neteweyî qedexe dike re were yekkirin.

Hummelgaard da zanîn ku bi qanûnê hem şewitandina pirtûkên pîroz û hem jî tevgerên nebaş ên li hember nirxên olî qedexe bikin û wiha got:

“Ev qanûn dê kesên ku Quran û Încîlê li ber çavan dişewitînin siza dike. Ev qanûn, tenê kiryarên ku li qadên giştî tên kirin hedef digire û mebest jî ew e ku ev biryar li hawirdoreke berfirehtir belav bibe. Ev peyameke girîng e ku Denmark dixwaze bişîne cîhanê.”

Parve bike: