Der Spiegel: Bilêtên balafiran li Rusyayê qediyan!
PeyamaKurd- Rojnameya Der Spiegel a Almanyayê îdia kir ku bilêtên seferên ji Moskowê ber bi bajarên wekî Tbilis, Astana û Stenbolê di dema hewildana derbeyê ya duh de bi temamî hatin firotin.
Hat îdiakirin ku di dema hewildana di derbeyê ya Koma Wagnerê de hemû bilêtên seferên ji Moskowê ber bi bajarên cîhanê ve hatine firotin.
Rojnameyê îdia kir ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin di xulekên hewila derbeyê de ji Moskowê derketiye.
Spiegelê, li ser bingeha nûçeyê li ser daneyên malpera şopandina balafiran a bi navê Flightradar24 got ku piştî balafira dewletê ya ku Putin gelek caran bi kar tîne, ji Balafirgeha Vnukovo ya Moskowê rabû û ber bi St Petersburgê ve çû, ji radarê derket.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ev îdia red kir û got ku serokê Rusyayê li Moskowê ye.