Dêrazor | 64 kes hatin kustin û birîndarkirin
PeyamaKurd – Di encama şerê di navbera HSD û çekdarên xwecihî yên ku ji herêmên milîsên Îranê derbasî rojhilatê Firatê bûne, 64 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, hejmarek ji çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve ji rojavayê çemê Firatê, ji navçeyên di bin kontrola mîlîsên Îranê de derbasî gundewarê Zîban ê li rojhilatê Dêrazorê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û HSDê de derket.
Hat zanîn, bi destpêka êrîşê re Şêxê eşîra El-Egêdat Şêx Îbrahîm El-Hefil peyameke dengî weşand û tê de destpêkirina şerê nû yê "artêşa eşîran" li hember HSDê ragihand.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di şer û pevçûnan de 22 kes hatin kuştin: 18 çekdarên xwecihî, 3 ji HSDê û jinekê.
Herwiha 42 kes birîndar bûn: 4 sivîl bi topên rêjîmê, 26 çekdarên xwecihî û 12 endamên HSDê di şer û pevçûnên berdewam de.
Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, 2 komên çekdar ên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê di bin topbarana hêzên rêjîmê de, derbasî navçeya Zîban a li rojhilatê Dêrazorê bûn.
HSDê bi daxuyaniyekê da zanîn, di encama şer û pevçûnan de hejmarek çekdar hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Di endama topbarana bêserûber ji aliyê hêzên rêjîmê ve jî, hejmarek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî li malên wan bûn.