TR KU SO
FB X
Cîhan

Derbarê 210 fermandar û efseran de biryara desteserkirinê hat dayîn

📅 26 nîsan 2019 16:41

PeyamaKurd -  Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, fermana girtina 210 fermanderên paybilind, efser û serbazên artêşa Tirkiyê hat dayîn.

Îro danê sibê (26.04.2019) hêzên asayiş û cendirme yên Tirkiyê li Stenbolê dest bi girtina wan fermandar, efser û serbazan kirin ku fermana girtina wan bi tohmeta endamtiya Rêxistina Fethullahî (FETO) û beşdarî di derbeya leşkerî ya havîna 2016 de, hatiye dayîn.

Hejmara wan fermandar, efser û serbazên ku fermana girtina wan hatiye dayîn, 210 kes in ku di nav wan de 5 general jî hene.

Parve bike: