Derbarê xepêsandanên li Iraqê lêpirsîn hat vekirin
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê derbarê xwepêşandanan li Iraqê ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da bû û 60 kes birîndar bûbûn, lêpirsîn da destpêkirin.
Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di xwepêşandanên li Bexda û parêzgehên din lêpirsîn hatiye vekirin.
Di daxuyaniyê de ku tê de nêrînên Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî cî girtine, hatiye detnîşankirin ku, di çarçoveya destûrê de wê hemû daxwazên gelî werin pêkanîn û ji bo vê jî dê komîsyoneke were sazkirin.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ragihandibû ku xwepêşandanên aştiyane di bin garantiya destûrê de nû û teqez kiribû ku wê ew daxwazên meşrû yên tênê kirin wezîfeya wan e.
Piştî xwepêşandanan li dijî Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sisi li Iraqê jî çendî xwepêşandan çêbûbûn û di wan xwepêşandanan dirûşmên weke '1ê Cotmehê tu jî were!', 'Serhildana Mezin a 1ê Cotmehê', 'Em 1ê Cotmehê dicivin, tu jî were' berz kiribûn.
Di xwepêşandanên li Bexdayê 3 xwepêşander hatibûne kuştin û 60 jî hatibûn birîndarkirin. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê xwepêşandan heya duh derengî şevê jî dewam kiribûn.