Cîhan
Deriyê Sînor yê Şeyb ji nû ve hat vekirin
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand ku piştî temamkirina pêwîstiyên teknîkî û karûbarên pêwîst, Deriyê Sînorî yê Şeyb ê li ser sînorê Îranê roja sêşemê (10ê Mijdara 2026an) ji nû ve hat vekirin û dest bi xizmetê kir.
Serokê Saziya Deriyên Sînorî ya Iraqê Omer Wailî di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Iraqê INA re axivî û da xuyakirin ku deriyê sînorî ji nû ve hate vekirin.
Wailî her wiha diyar kir ku ji bo temamkirina pêwîstiyên teknîkî, deriyê din ê sînorî yê bi Îranê re Mendelî jî dê ji roja înê ve demkî were girtin.
Hikûmeta Iraqê di 20ê Cotmehê de deriyê Şeybî dabû girtin û vê yekê di navbera herdû welatan de bûbû sedema nîqaşan.