TR KU SO
FB X
Cîhan

Destekvanên derba leskerî li Nîjerê avêtin ser navenda partiya desthiladar

Admin M
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2023 02:04

PeyamaKurd – Alaya Muhafizan ya serokkomariya dewleta Nîjerê piştî dest danîn ser desthilatê, destekvanên wan avêtin ser navenda partiya desthilatdar û gelek erebeyan şewitandin.

Polîs, bi xaza rondikbarînê mudaxeleyê xwepêşandêran kir, hinek xwepêşandêr ala Rûsyayê bilindkirin û li dijî Fransayê sloganan qêriyan.

Wê kî bikeve şûna serokdewletê desteserkirî Muhammed Bazum hîn nayê zanîn lê niha serokê alaya parastvanên serokkomariyê general Omer Tchiani ye.

Ji sala 2020an heya niha 7 care ku li Nîjerê derbe çêdibe. Di sala 2022an de jî li Bûrkîna Fasoyê derbe kiribûn û artêş dest danabû ser deshilatê.

Parve bike: