Cîhan
Dêyekî 2 zarokên xwe kust û yekî birîndar kir
PeyamaKurd – Li bajarê Ankara payîtexta Tirkiyê, li navça Keçiörenê li taxa Ayvalıyê, jina bi navê Serpil A.D. damarên qevdên her sê zarokên xwe jêkir. Ji zarokan 2 heb li ciyê bûyerê mirin û jiyana yekî ji wan di talûkê de ye.
Bûyer, ber destê êvarê qewimî. Sedema ku damarên qevda destên zarokên xwe jêkir nehat zanîn. Zarokên wê A.B.D.(12), A.S.D.(10) û O.A.D. (7) bûn û dema zarok ji ber destê diya xwe diqêrin, cîran bi wan dihesin û xeberê didin polîs û tîmên tenduristiyê.
Polîs û tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê dîtin ku ji zarokan A.S.D. û O.A.D. li ciyê bûyerê mirine. Bilez A.B.D. digihînin nexweşxanê lê jiyana zarokê di talûkê de ye.
Polîs, dêya zarokan Serpil A.D.xistin binçav û dê îfadên wê bigrin.