TR KU SO
FB X
Cîhan

Di 3 rojên dawiyê de li Iraqê 31 kes hatin kustin û 1054 kes jî birîndar bûn

📅 29 mijdar 2019 13:45

PeyamaKurd - Li Iraqê di 3 rojên dawiyê de 29 xwepêşander û 2 karmendên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û zêdetirî heza kesî jî birîndar bûn.

Li parêzgehên Iraqê xwepêşandan û alozî berdewam in û Komîsyona Mafê Mirovan a Iraqê jî amarên alozî û tundûtûjiyên sê rojên dawiyê li parêzgehên Iraqê belav kirin.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, li parêzgeha Zîqar, li Bexdayê, Necef û Musenayê 2 jê hêzên ewlekariyê bi giştî 31 kes hatin kuştin û 1054 kes jî birîndar bûn.

Ew komîsyon daxwazê ji hêzên ewlekariyê jî dike ku xwe dûr bigirin ji bikaranîna tundtûjiyê li hemberî xwepêşanderan.

Parve bike: