TR KU SO
FB X
Cîhan

Di balafira Papa Leo 14.em de ariza çêbû lê qralê Îspanya balafira xwe da Papa

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2026 21:07

PeyamaKurd – Serokê dewleta Vatîkanê Papa 14.Leo di encama seredana Îspanya de, balafira ku lê siwar bû tê de ariza teknîkî çêbû lê qralê Îspanya 6. Felipe jeta xwe ya tîpa Falconê ji Papa re amade kir. Piştî derengmayîna bi 2,5 seetan, Papa derket ser rêya Romayê.

Papa 14. Leo di 6ê Hezîranê de çûbû gerayana Madrîdê û Giravên Kanaryayê û gera wî îro bi dawî hat.

Balafira ku Papa pê çû Îspanyayê, bi sedema wê tamîra wê dereng bikeve, kesên bi Papa re çûn dê li benda tamîra balafirê bimînin lê Papa derket ser rêya Romayê bi balafira qralê Îspanyayê.

Di nav balafira Papa de rojnamevan jî hene.

Parve bike: