TR KU SO
FB X
Cîhan

Di bobelata Megiyê de 24 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 12 nîsan 2022 03:58

PeyamaKurd – Li welatê Fîlîpînê bobelata Megiyê çêbû. Di encama bobelatê de lehî û heza axê çêbû. Li gor ragihandina konseya rêvebir ya afetan (NDRRMC) li başûrê welat 3 kes mirine û kesekî wenda ye. Li bajarê Baybayê jî firtûne li bejayiyê xist û li gor Beşa Lezgîn ya Afetan tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li 10 gundên ku hez lêketine, cesedên 21 kesan ji bin axê derxistine.

Li gor rêvebirên beşa afetan hê jî di bin axê de cenazên gelek kesan mane û kesên bi saxî ji bobelatê rizgar bûne, wan birine di nexweşxaneyan de tedawî dikin.

Firtûna Megiyê do di wextê sibê de destpêkiriye û 136 hezar kes bandorê jê dîne. 13 hezar kes ji bo demekî wan birine jîngehên demkî.

Her sal bobelata Megî û Tayfûnê ya tropikal li Fîlîpînê dixe û zerarê dide mal û canî.

Parve bike: