Cîhan
Di encama teqînekê de Muftiyê Samê hat kustin
PeyamaKurd – Di encama teqînekê de, Muftiyê Şamê Mihemed Ednan el-Efyonî hat kuştin.
Hikûmeta Sûriyê diyar kir, roja Pêncşemê teqîneke bihêz li nava bajarê Qudseya ser bi Şamê çêbû û wesayîta Muftiyê Şamê jî di wê teqînê de bû.
Di encama teqînê de, Muftiyê Şamê Mihemed Ednan el-Efyonî û şofêrê wî hatin kuştin.
Bi daxuyaniyekê, Wezîrê Ewqafa Sûriyê Mihemed Ebdulsetar piştrast kir, Muftiyê Şamê di wê “teqîna terorîst” de hatiye kuştin.
Mihemed Ednan el-Efyonî ji zanyayên mezin ên ola Îslamê li Sûriyê yên ser bi Hikûmetê ve dihat hesibandin û endamê Meclisa Zanistî ya Fiqhî ya li Wezareta Ewqafa Sûriyê bû, herwiha serpireştê giştî yê Navenda Îslamiya Şamê ya Navdewletî ya rûbirûbûna tundrewiyê jî bû.