Cîhan
Di erdheja Hemayê de 12 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama erdhejên îro yên bi mezinahiya 5,2 ên li Hema ya Sûriyê rû dan de, 12 kes birîndar bûne.
Berpirsê Nexweşxaneya Salamiyah a Hema ya Sûriyê Usame Malham ragihand, 12 kesên dema rûdana erdheja piştî nîvro ya li Hemayê bi panîkê reviyane û ketine û birîndar bûne.
Usame Malham diyar kir ku 5 kesên din jî ji ber tirsê taya panîkê derbas kirine.
Hêjayî gotinê ye, di erdheja ku duşema borî li rojhilatê Hemayê rû dabû de jî 65 kes birîndar bûbûn.