Cîhan
Di erdhezê de 11 kes can dan
PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê li herêma Natunayê bi sedema barîna baranê erd heziya û heya niha 11 kes jiyana xwe ji dest dan. Rêvebirên Ajansa Afetê ya Netewî radigihînin ku erdhez li gundê Serasanê çêbûye û xaniyên gund di bin axê de mane.
Di xebata rizgarkirinê de cesedên 11 kesan ji bin xaniyan derxistine û dibe jimara miriyan zêdetir bibe. Polîs, leşker, xwebexş û gelek kes dixebitin da karê rizgarkirinê bikin lê şertên hewayê gelek xerabe û nahêle xebata xwe baş bikin.
Berdevkê ajansê Abdul Muharî ragihand ku hêj xwe negihandiye temamê seha erdhezê û heya niha ji 50 kesan ti agahî negirtine.