TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîşa bi dronan ya li Krasnodarê 6 kes mirin û 40 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 17:06

PeyamaKurd – Parêzgerê herêma Krasnodarê ya Rûsyayê Veniamin Kondratyev ragihand ku di êrîşa bi dronan de, 6 kes mirine û 40 kes jî birîndar bûne. Piştî êrîşan parêzger rewşa êrîşê rave kir û got:

“Li nêzî bajarê Gelencikê li gundê Arhipo-Osipovka êrîş bûne, mixabin jimara miriyan gihaye 6 kesan ku 3 heb ji wan zarok in. Jimara birîndaran jî derketiye 40 kesî. Êrîş ji aliyê rêvebiriya Kievê de hatiye kirin û tevgerekî terorêye.”

Gundê ketiye ber êrîşê nêzî plaja Arhipo-Osipovka ya li ber Derya Reş e.

Parve bike: