TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa bombeyî de 13 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2022 03:50

PeyamaKurd – Li Belûcistana ku di bin destê Pakistanê de ye û weka eyaletekî tê qebûlkirin, li bajarê Xuzdarê  (Khuzdar) êrîşekî bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 3 ji wan zarok bi temamî 13 kes birîndar bûn. Li devera ku êrîş lê bûye, ji bo nexweşxanan rewşa awarte hat ragihandin. Ji birîndaran rewşa 2 kesan baş nîne.

Şahidên bûyerê ji bo çapemeniyê ragihandine ku 2 cara teqîn çêbûye û di teqîna duyem de birîndar zêde bûne. Li gor ragihandina polîs; bombe di motorsîkletekî de bicîhkirine, polîs gihaye ciyê bûyerê û deverê xistine bin kontrolê. Ji bo girtina êrîşkeran li deverê polîs dest bi operasyonan kiriye.

Parve bike: