TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa bombeyî de 2 polîs mirin

Admin M
Nivîskar
📅 15 berfanbar 2021 04:30

PeyamaKurd – Li Kolombiyayê li balafirgeha Camilo Dazayê di êrîşeka bombeyî de 2 polîs hatin kuştin. Wezîrê bergiriyê Diego Molano li ser êrîşa li herêma rêvebiriya bakûrê Santanderê agahî da kanalên televizyonan. Molano weha got:

“Vê sibê kesekî ku di çentê wî de bombe hebû, xwest şerîda ewlehiyê derbas bike. Nikaribû derbas bibe û bomba jê ket, teqiya û terorîst perçe bû. Her dû polîs dîtin ku di çente de bobekî dinê heye û dema xwestin îmha bikin, bombe teqiya û her dû polîs jî mirin.”

Serokê dewletê Ivan Duque ji bo malbatên her dû polîsan sersaxiyê xwest û di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Min bi xemgînî wefata du polîsên me yên netewî bihîst. Ji bo berpirsên êrîşa terorî bên dîtin operasyon tên kirin.”

Parve bike: