TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa Hûsiyên Îranî de herî kêm 10 sivîl hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2021 00:39

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke Hûsiyên bi ser Îranê ve ku li rojhilatê bajarê Tezê pêk anîne de hejmarek sivîl hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Yemenê ragihandiye, koma Hûsiyan doh 6ê Çile, herêma Hîme ya li rojhilatê Tezê ya di bin kontrola xwe de dorpêç kiriye û piştre bi çekên giran topbaran kiriye.

Di encama topbaranê de zarokek bi navê Enwer Ebdulfetah, Erefat Dehan û 4 kesên din hatin kuştin û 7 jin jî birîndar bûn.

Li gorî ajansê endamên koma Hûsiyan bi ser 18 malên li herêma Hîme de girtine û du mal teqandine û ji ber topbarana dijwar zirar gihîştiye gelek malan.

Herwiha hatiye ragihandin ku di encama şerê di navbera xelkê herêmê û Hûsiyan de jî 8 çekdarên Hûsî û 4 welatiyên Ezle Hîme hatine kuştin û gelek kes jî ji her du aliyan birîndar bûn ku piştî şer çekdarên Hûsî neçar mane ji herêmê vekişin.

Parve bike: