TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîşa Îranê de hejmarek leşkerên Kuweytê birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2026 18:13

PeyamaKurd - Artêşa Kuweytê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama êrîşên ku ji aliyê Îranê ve hatine kirin de, hejmarek leşkerên wan birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku ji nava artêşê hatine belavkirin, di êrîşên Îranê yên sibehê li ser saziyan û kampên leşkerî de ji Hêzên Bejayî yên Kuweytê çend serbaz birîndar bûne.

Hat ragihandin ku Sererkanê Kuweytê Korgeneral Xalid Derac Seed El-Şuraîan serdana leşkerên birîndar kiriye û ji nêzîk ve agahî li ser rewşa wan a tenduristiyê wergirtiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev êrîş piştî daxuyaniya Supaya Pasdarên Îranê (IRGC) pêk hat, ku tê de hatibû diyarkirin ku wekî bersivdanekê li dijî çalakiyên Amerîkayê, wan navendên serbazî yên Amerîkî yên li Kuweyt, Oman, Sûriye, Urdun, Behreyn û Qeterê kirine armanc.

Parve bike: