Cîhan
Di êrîsa li dijî hêzên ewlehiyê yên Îranê de hejmara kustiyan derket 15an
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşên hemwext ên roja Pêncşemî 4ê Nîsanê de li dijî navenda leşkerî ya Artêşa Pasdarên Şoreşê ya li bajarê Rask û 2 navendên polîsan ên li bajarê Çabehar ê eyaleta Sîstan-Belûçîstan a li başûrê rojhilatê Îranê, hejmara kuştiyan gihişt 15an.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, hejmara efserên ewlehiyê yên ku li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê di encama êrişên terorîstî de jiyana xwe ji dest dan derket 15an.
Alîkarê Waliyê Sîstan-Belûçistanê Elî Riza Merhametî di daxuyaniya xwe ya yekser piştî bûyerê de ragihand ku di şerê piştî êrîşan de 3 pasdarên Îranê jiyana xwe ji dest dane.