TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsa milîsên Îranê de 11 zarok birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2022 02:47

PeyamaKurd – Li bajarê Taîz ê Yemenê milîsên girêdayî Îranê Hûsiyan bi topên hawanê êrîşî devereke sivîl kir û di encamê de 11 zarok birîndar bûn.

Navenda Ewlekariya Taîzê ragihandiye ku Hûsiyan bi topên hawanê êrîşî taxa Zeyd el-Muşkî kiriye û di êrîşê de, piraniya wan di bin 10 saliyê de 11 zarok birîndar bûne ku rewşa hinekan ji wan giran e.

Di daxuyaniyê de, ev êrîş wekî binpêkirina agirbestê û tawaneke tirsnak hat destnîşankirin.

Hêjayî gtinê ye, Hûsiyên Yemenê ji sala 2014an paytext Sana û hin herêmên din xistine kontrola xwe ku Koalîsyona Erebî ya Siûdî pêşengiya wê dike ligel hêzên hikûmeta Yemenê şerê Hûsiyan dikin.

Parve bike: