Di êrîsa rêxistina IP0B ê de 7 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Nîjeryayê li eyaleta İmo yê li devera Orogweyê, rêxistina bi navê IPOB ( Xelkê Bineciyên Biafrayê) ê ku ji aliyê dewleta Nîjerya de bi terorîstî tê binavkirin, êrîş kir û di encamê de 7 kesan kuşt. Berdevkê polîsê İmo yê Mike Abattam got ku hema bi sîlihan li der û dorê xistine û 7 kesan kuştine. Her weha di êrîşê de birîndar jî hene. Abattam ragihand ku hêzên ewlehiyê şandine deverê.
IPOB li herêmê gelek cara tevgerên weha dike ku cara dawiyê di 29 ê adarê de, di operasyona artêşê de 16 kesên wan bi çek û bombeyan hatibûn girtin.
Li başûrê Nîjeryayê di sala 1967 an de şerê navxwe derketibû û xelkê Biafrayê xwestibû dewleta xwe deyne. Niha jî hedefa rêxistina IPOB ê; dixwaze dewleta Biafrayê ya serbixwe avabike. Berê xelkê Biafrayê weke dewletekî serbixwe weka komar bû lê paşî dewleta Nîjeryayê bi şer komara wan bi xwe ve girêda.
Li ser xwestina serxwebûnê ya IPOB ê ji bo xelkê xwe yê Biafrayê, dewleta Nîjeryayê jî rêxistinê bi terorîstî binav kiribû.