Cîhan
Di êrîsa ser mizgeftê de 7 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Qadûnayê li gundê Saya-Sayayê kesên çekdar bi çekan êrîş birin ser mizgeftê û li kesên limêj dikirin xistin. Nasnama çekdaran nehat naskirin lê di êrîşê de 7 kes mirin.
Hêzên asayîşê ji bo bûyerê lêpirsînê dan destpêkirin. Birîndaran jî birin nexweşxanên nêz ji bo dermankirinê.
Li eyaletê bûyerên weha gelek çêdibin û îsal ji serê salê heya meha Adarê grûbên çete 214 kes kuştin û 746 kesan revandin.