Cîhan
Di êrîsan de 17 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Benue li devera Gwerê de di şerê navbera cotyaran û şivanan de 17 kes mirin. Kesên ku çûn gundên Gwerê, êrîşê gundiyan kirin û wan bi guleyan gulebaran kirin.
Di encamê de 17 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Gundî gundî ji ber êrîşê gundên xwe terk kirin.
Berdevka polîsên Benue Catherine Anene, erîşan piştrast kir lê di babeta jimara kuştiyan de tiştekî neragihand.
Li eyaletê di van salên dawiyê de, di navbera Fûlaniyan ên bi ajalvaniyê meşxûl dibin û cotyaran de şer û pevçûn dertên û bi sedan kes ji hev kuştine.