Cîhan
Di êrîsê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan.
PeyamaKurd- Li bakûrê welatê Nîjeryayê, berdevkê polîsê eyaleta Katsinayê Anas Gezawa ragihand ku do bi şev û îro sibê li Jibiayê 4 kes, li Dantakûrîyê 11 kes û li Danmusayê 2 kes di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.
Gezawa balê kişand ser çeteyên ku dixwestin heywanên gundiyan birevînin û weha got:
“Hinek gundî dema xwestin heywanên xwe ji kesên çekdar biparêzin, jiyana xwe ji dest dan. Em bang dikin ku xelkê herêmê li dijî diziye, revandina mirovan û şêlandinên bi çekdarî, bi hêzên asayîşê re hevkariyê bikin.”
Polîsên Nîjeryayê bo girtina wan çekdaran lêpirsînê da destpêkirin û dest bi operasyonê kirin.