Cîhan
Di êrîsê de 30 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Di du êrîşên li Bûrkîna Faso yê hatin kirin, di encamê de 30 kes jiyana xwe ji dest dan. Kesên di bûyerê de mirine 15 ji wan leşkerin. Êrîş li herêma Sahelê pêk hat.
Wezareta bergiriyê ya Bûrkîna Fasoyê bi nivîskî ragihand ku nêzî sînorê Nîjerê li gundên Dambam, Gudba û Takabangouyê çekdarên terorîst bi sîlihan êrîş kirine û di bûyerê de 11 sîvîl hatine kuştin.
Piştî bûyer qewimiye dewletê hêzên leşkerî şandiye herêmê û di şer de 15 leşker û 4 sîvîlên alîkariyan kirine hatine kuştin. Di şer de 1 leşkerekî birîndar bûye û ji çekdaran gelek kes jinav hatine birin.
Ji sala 2015 an û bi şûn de li herêmê El Qaîde û DEAŞ an ku grûbên bi ser wan ve li Bûrkîna Fasoyê xebat û êrîşên xwe dikin.