TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsê de 58 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 17 adar 2021 05:48

PeyamaKurd – Li ser sînorê Malî û Nîjerê li herêma Tillaberiyê li devera Banîbangouyê, kesên çekdar yên li motorsîkletan siwar bûn, pêşiya otobusa rêwiyên ji bazara heywanan dihat birîn û êrîşê otobusê kirin.

Li gor ragihandina hukumetê 58 kes û li gor hin çavkaniyên din 65 kes hatin kuştin. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe lê demek zêdeye ku li deverê DEAŞ xebatên xwe zêde kiriye û dibe DEAŞ êrîşê kiribe.

Herêma Tillaberî li ser sînorê Malî û Bûrkîna Faso ye û gelek caran li deverê êrîşên weha çêdibin. Ji sala 2017 an heya niha li deverê rewşa awarte hatiye îlankirin.

Parve bike: