Cîhan
Di êrîseke bombeyî de 3 leskerên Fransî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Maliyê, di encama teqîna otomobîlekê de, 3 leşkerên Fransî hatin kuştin.
Serokatiya Fransayê ragihand ku roja Duşemê 3 leşkerên wan li navçeya Hemborî ji ber teqîna otomobîla wan ku bombeyek tê de hatibû bicihkitin hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her 3 leşkerên hatine kuştin, li navçeyê operasyoneke leşkerî pêk tanîn.
Hêjayî gotinê ye, hêzên Fransî li Maliyê operasyonên li dijî terorê berdewam dikin û meha borî li Maliyê 50 çekdar û berpirsekî El Qaîdeyê di wan operasyonan de hatibûn kuştin.