TR KU SO
FB X
Cîhan

Di êrîsên li ser Gazzeyê de 35 rojnameger hatin kustin

Admin L
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2023 16:42

PeyamaKurd – Ji 7ê Cotmehê û vir ve di êrîşên li ser Şerîda Gazzeya ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye 35 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Gazzeyê li ser rûpela xwe ya Telegramê ragihand, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê de 35 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de lîsteyek ku navê 35 rojnamegerên mirine tê de hat weşandin.

Hewldanên civaka navdewletî ji bo ragihandina agirbestê di navbera Îsraîl û Hamasê de, gihandina alîkariyên mirovî bo Şerîda Gazzeyê û azadkirina rehîneyên Îsraîlê berdewam in.

- Rewşa dawî ya êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazzeyê

Dema ku baskê çekdar ê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê êrîşeke berfireh li ser Îsraîlê kir, artêşa Îsraîlê dest bi êrîşên asmanî yên tund li ser Şerîda Gazzeyê kir.

Rayedarên Îsraîlî ragihandin ku di êrîşên ji Gazzeyê hatin kirin de hezar û 400 Îsraîlî ku 311 jê leşker in hatin kuştin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya Filistine ya li Gazzeye di êrîşên Îsraîle de, 3 hezar û 342 zarok û 2 hezar û 262 jin mirin û hejmar derket 8 hezar û 5an û 20 hezar û 242 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên dijwar ên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî, li herêmê xizmetên pêwendiyên telefonên bejayî, telefonên destan û înternetê rawestiyan.

Artêşa Îsraîlê di 26ê Cotmehê da dest bi berfirehkirina operasyonên bejayî yên sînordar kir û doza êrîşên esmanî zêdetir kir.

 
Parve bike: