Cîhan
Di festîwala Hindistanê de 7 kes mirin û 18 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Tripurayê li Unakotiyê, di festîwala Rath Yatra de, di merasima buhurandinê de, bi sedema erebeyekî li têla elektrîkê ya mezin xist, elektrîkê bi gelek kesan girt û di encamê de 2 ji wan zarok 7 kes mirin û 18 kes birîndar bûn.
Ji ber di bedena mirî û birîndaran de elektrîk hebû, kesên li der û dorê newêribûn mudaxele bi wan bikin. Gelek tîmên îtfaiyê û ambûlans çûn ciyê bûyerê. Hat ragihandin ku rewşa gelek ji wan birîndaran di xeterê de ye.