Cîhan
Di goristana ku Joe Biden diçûyê 4 bombeyên destî hatin dîtin
PeyamaKurd – Li gor çapemeniya Îngîltere; roja duşemê li Londrayê çalakiyên şiddetê li bajarê Londonderry çêbûn û di goristana Creggan ê de, di nav borûyekî de bombeyekî bi destçêkirî hat dîtin. Goristan ji ziyaretê re hat girtin û li goristanê kontrol hat kirin. Di kontrolê de 3 bombeyên din jî hatin dîtin.
Li gor ragihandina polîsê Îrlandayê (PSNI); bombeyan îmha kirine û dîtina bombeyan ketiye wexta berya seredana serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak.